Li Silêmanî 100 Xwendekar bijehrê ketin
Tevahiya wan di nava yek debistanê de dixwînin.
Birêveberatiya tendirostiya Silîmanî ragihand ku, di nava 24 seatên derbasbûyî de li Silêmanî 100 Xwendekarên debistanekê bijehrê ketine û serdana nexweşxaneyê kirine.
Birêveberatiya tendirostiya Silêmanî ragihandiye ku, heta niha sedema vê bûyerê nediyare û bo diyar kirina sedema bûyerê komîteyeke taybetî bo lêkolîn kirinê hatiye avakirin.
