• Sunday, 22 February 2026
logo

Du ciwanên din yên Kurd hatin kuştin

Gulan Media September 21, 2022 Nûçe
Du ciwanên din yên Kurd hatin kuştin

Rejîma Îranê berdewame li ser qetil kirin û kuştina Kurdan.

Xwepîşandanên li Rojhilat û Îranê li dijî rejîma Îranê û kuştina keça Kurd Jîna Emînî berdewamin.

Di vê çarçoveyê duhê li seraserê Rojhilatê û gelek bajarên Îranê xwepîşandanên berfire li dijî rejîmê hatin kirin û çekdarên rejîmê jî li dijî xwepîşanderan çek bikar anîn.

Di encama êrîşên raste rast yên çekdarên rejîmê de li Pîranşar û Urmiyeyê du ciwanên din yên Kurd hatin kuştin.

Yek ji kuştina temena wî 16 sal û temena kuştiyên din jî 23 sale.

 

 

Top