Hêzên Amerîkayê li Bexda bi kuştina keçeke 15 salî hatin tometbar kirin
Keçeke 15 salî dema li gel dayîk û bav û kesûkarên xwe mijûlê karê zeviyê bû guleyek ketober lê ket û hêzên Amerîkayê bi kuştina wê keçê tên tometbar kirin.
Duh 20.09.2022yê li gundê Elbu Elwan a li sînorê qeza Ebuxurêb a Bexdayê, keçeke 15 salî ya bi navê Zeyneb Esam Macid ku li gel merivên xwe di zeviya xwe de karê çandiniyê dikirin, guleyek lê ket û jiyana xwe ji dest da.
Piştî bûyerê çapemeniya Iraqê belav kir, Zeyneb bi guleya hêzên Amerîkayê ve hatiye kuştin, ji ber ku qada rahênan û perwerdeya guleberdana Amerîkiyan nêzîk gunde, ku dikeve ser rêya balefirgeha Bexdayê.
Çapemeniya Iraqê ragehand, berê jî gelek caran xelkê wî gundê ku Zeyneb lê hatiye kuştin daxwaz ji aliyên Iraqî kirine, wê qada guleberdanê li gund dûr bixin.
Li beramberda rojnameya Al Sebah a fermî ya Iraqê, îro ragehand fermandariya operasyonên Bexda şeva borî biryar daye dosyaya lêkolînê ji bo bûyera kuştina Zeyneb bê vekirin.
Herwaha hat ragehandin, aliyên pêwendîdar dê lêkolînê li ser bûyerê bikin û di pêşerojê de encamên wê ji bo raya giştî belav bikin.
Herwaha soz jî hatiye dîtin her aliyek di vê bûyerê de berpirs be dê lêkolîn li gel bê kirin.
Basnews
