• Sunday, 22 February 2026
logo

Asayîbûna peywendiyên Tirkiye û Sûriyê dê çi bi xwe re bîne?

Gulan Media September 21, 2022 Nûçe
Asayîbûna peywendiyên Tirkiye û Sûriyê dê çi bi xwe re bîne?

Yek ji mijarên tê mereqkirin ew e ku eger peywendiyên Tirkiyê û hikûmeta Sûriyê asayî bibine, dê çi bandorê xwe li ser pêgeha Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û opozisyona Sûriyê ya nêzîkî Tirkiyê hebe.

Rûsya hewI dide peywendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyê asayî bike û li ser vê yekê kar dike. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî amadebûna xwe nîşan daye ligel Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed bicive.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov dibêje divê destpêkê herdu wezîrên derve yên Tirkiye û Sûriyê bicivin. Li gor çavdêrên peywendîdar, pêwîstiya Tirkiyê zêde bi asayîkirina peywendiyan li gel Sûriye heye.

Li ser vê pirsê Şîrovekarê Navenda Lêkolînên Stratîjî li Stenbolê Cevat Kok ji Rûdawê re got, Tirkiyê dixwaze berî hilbijartinên sala bê, peywendiyên xwe bi Sûriyê asayî bike.

Derbarê mijarê de Şêwirmendê Navenda Lêkolînên Stratejîk li Stenbolê Dr. Cevat Kok dibêje: “Di dawî de, hikûmeta Tirkiye dixwaze berî hilbijartinên bê, gavan ber bi asayîkirina peywedndiyên ligel Sûriye biavêje. Ji ber hebûna metirsiyên siyasî, aborî û serbazî li nav Tirkiyê hene. Hikûmeta AK Partiyê dixwaze peywendiyan ligel Sûriye asayî bike, bi rastî ev pirs hestyar e, bi taybetî jî ligel hebûna dosyeya koçberên Sûrî li nav Tirkiyê. AK Partiyê hevterazûya xwe ya millî ji dest daye, lewra dixwaze peywendiyan ligel Sûriye asayî bike."

Pisporê Tirk dibêje, asayîkirina peyweniyan di navbera Tirkiye û Sûriyê de metirsiyê li ser Rêveberiya Xweser çênake û îdîa dike ku derî ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re vekriye peywendiyan ligel Tirkiye asayî bikin.

Têkildarî vê yekê de jî Cewad Kok got: “Di dawî de, bi baweriya min ti pirsgirêkeke Tirkiyê ligel Kurdên Sûriye nîne, tenê pirisgirêka wê ligel HSDê de ye, bi giştî ti pirsgirêka wê  ligel Kurdan nîne. Divê Kurd li bakurê Sûriyê gavan ber bi Tirkiyê ve biavêjin. Pirsgirêka Tirkiyê tenê ligel PKKê ye. Bi baweriya min dê Tirkiye derî ligel Kurdan li nav Tirkiyê û bakurê Sûriyê veke."

Li gor çavdêrên peywendîdar, eger Rûsya karî peywendiyan di navbera Sûriye û Tirkiyê de asayî bike û ne dûr e ev yek çêbibe, zerermendê sereke opozisyona Sûriyê ye, di serî de jî Itîlafa ku li Stenbolê dimîne.

Nêzîkbûna Şam û Enqerê

Ji bo ku ew pêwendî careke din normal bibin, daxwaz û mercên Enqerê çi ne?

Yek ji mercên sereke yên Tirkiyê ew e ku, divê bi tu awahî çalakiyên PKK û YPGê û HSDê nemînin, Tirkiyê dibêje hebûna wan xeterê li ser asayîşa niştimanî ya wî welatî çêdike.

Tirkiye dibêje ew daxwaza parastina yekîtiya xaka Sûriyê dike.

TirkiyeHerwiha daxwaza misogerkirina vegera ewle ya penaberan dike, ku bêhtirî 3 milyon penaberên Sûrî li wî welatî hene.

Merc û daxwazên Şamê çi ne?

Wezîrê Derve yê Sûriyê Fesel Miqdad li Moskowê ragihandibû ku Sûriye dixwaze hêzên Tirkiye ji Sûriyê derkevin û li tu dereke Sûriyê nemînin.

Miqdad eşkere gotibû: Divê Tirkiye hêzên xwe ji nav xaka Sûriyê derxe. Divê Tirkiye piştgiriya terorê neke, mebesta wî, grûpên çekdar ên opozsiyona Sûrî ne ku Tirkiyê piştgiriya wan dike. Tirkiye welatiyên Sûriyê ji dahatên avê bêpar neke.

Her wiha pêwîste Tirkiye pêwendiyên xwe ligel Sûriyê li ser bingeha rêzgirtina dualî ava bike.  Divê Tirkiyê Deriyê Sînorî yê Bab Elhewa û Deriyê Sînorî yê Keseb radestê Sûriyê bike.

Radestkirina Rêya M-4 ji bo hikûmeta Sûriyê.

Misogerkirina piştgiriya Enqerê ji bo rakirina cezayên ji ser Sûriyê.

Tirkiye alîkariya Sûriyê bike ji bo vegere nav Komkara Erebî û rêxistinên navdewletî.

 

Rudaw

Top