Li Stenbolê polîsan rê nedan protestokirina kuştina Jîna Emînî
Li Meydana Taksimê ya Stenbolê hejmarek welatiyan bi armanca protestokirina kuştina keça Kurd Jîna Emînî xwestin kom bibin lê polîsan rê nedan wan, midaxele kirin û kesên nerazîbûn nîşandan jî desteserkirin.
Nerazîbûnên li dijî bûyera canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî berdewam in û li Stenbolê jî ji bo şermezarkirina desteserkirin û canjidestdana wê keça 22 salî xwepêşandan hat lidarxsitin.
Êvara roja Sêşembê li du kombûnên cuda de li Meydana Taksim û Cadeya Îstiklal li Stenbolê, welatiyên Kurd û Îranî nerazîbûn nîşan dan.
Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ragihand, di xwepêşandanên 20 Îlonê de li Stenbolê alozî di navbera xwepêşanderan û hêzên polîs ên Tirkiyê de derket û polîsan 2 jin desteser kirin.
Herwiha li gor dîmenên li ser medyayên civakî hatine belavkirin, polîsên Tirkiyê rêgirî li birêveçûna xwepêşandana welatiyan a li dijî bûyera canjidestdana Jîna (Mehsa) Emînî kirine û wêneyên Jînayê dirandine.
Di dîmenan de tê dîtin, jinek ku li dijî polîsan nerazîbûna xwe diyar dike ji aliyê polîsan ve tê desteserkirin.
Karvedan û nerazîbûnên dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve ne tenê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, lê belê li gelek welatên cin ên cîhanê jî berdewam in. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî bi armanca protestokirina vê yekê çalakî tên kirin, lê li hinek cihan hêzên emnî yên Tirkiyê rê nadin van çalakiyan.
Li ser bûyera canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî ku roja 13ê Îlona 2022ê ji aliyê polîsên Exlaqê yên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre bi awayekî jihişçûyî bo nexweşxaneyekê li Tehranê hatibû veguhestin û roja 16ê Îlonê piştî 3 rojan canê xwe ji dest dabû, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nerazîbûn û xwepêşandanan destpê kiribûn ku heta niha jî berdewam in.
