• Sunday, 22 February 2026
logo

Fuad Husên: Iraq hewl dide bibe havênê aramî û seqamgîriyê

Gulan Media September 21, 2022 Nûçe
Fuad Husên: Iraq hewl dide bibe havênê aramî û seqamgîriyê

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir, Iraq hewl dide bibe havênê aramî û seqamgîriyê di navbera welatên navçeyê de.

Di çarçoveya civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Rêkxerê Koşka Spî bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk civiyan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, di civînê de behsa rola Iraqê hatiye kirin di pêkanîna seqamgîriyê de. Herwiha behsa pêwendiyên serbazî û ewlehî yên Amerîka – Iraqê û cîbicîkirina encamên gotûbêja stratejîk a navbera herdu aliyan hatine kirin.

Fuad Husên tekez kiriye ku Iraq hewl dide bibe amrazek ji bo seqamgîrî û navbeynkariya navbera welatên navçeyê.

 

Rudaw

Top