• Sunday, 22 February 2026
logo

Çekdarên rejîmê 4 welatiyên din yên Kurd kuştin

Gulan Media September 20, 2022 Nûçe
Çekdarên rejîmê 4 welatiyên din yên Kurd kuştin

Xwepîşandanên Kurdan dijî rejîmê didomin.

Xwepîşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û piraniya bajarên Îranê yên li dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî bi destê çekdarên rejîma Îranê didomin.

Di vê çarçoveyê de duhê piştî greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê, bişev Rojhilatî daketin qadan û dijî rejîmê xwepîşandan kirin û çekdarên rejîmê jî êrîşî ser welatiyên Kurd kirin û di encama êrîşên çekdarên rejîmê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin û 75 welatiyên din jî birîndar bûne û tê gotin birîna gelek ji birîndaran girane.

Li gor zaniyariyan amara kuştî û birîndarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê wisaye;

Seqiz 2 kuştî û 4 birîndar, Dîwandere 2 kuştî û 15 birîndar, Mehabad 15 birîndar, Bûkan 7 birîndar ( yek ji birîndarên Bûkanê keçeke 10 saliye ku, gule ber serê vê ketiye û rewşa vê nebaşe), Kamyaran 4 birîndar, Bîcar 7 birîndar, Qirwe 2 birîndar, Bane 4 birîndar, Tîkab 4 birîndar.

 

 

Top