• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Şêx Ednan Neqşebendî kir

Gulan Media September 20, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Şêx Ednan Neqşebendî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Şêx Ednan Neqşebendî kir.

Îro sêşemê 20ê Îlona 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de sersaxî li malbata endamê xula yekem a Parlamentoya Kurdistanê û Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Olî Şêx Ednan Neqşebendî kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Mixabin min nûçeya koça dawî ya kesayetê navdar û endamê xula yekem a Parlamentoya Kurdistanê û Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Olî Şêx Ednan Neqşebendî bihîst, ez sersaxiyê li malbat û dost û nasên cenabê wî dikim û hevbeşê xema wan im. Xwedayê dilovan, ruhê rehmetî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide her kesî.”

 

K24

Top