• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel bavê Jîna Emînî peyvî

Gulan Media September 20, 2022 Nûçe
Serok Barzanî li gel bavê Jîna Emînî peyvî

Bi rêya telefûnê peywendî pêve kiriye.

Îro Serok Barzanî bi rêya telefûnê peyvendî bi bavê Jîna Emînî ev keça Kurd yaku beriya çend rojan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû kuştin kir.

Di peyvendiya han ya telefûnî de Serok Barzanî sersaxî daye malbeta Emînî û xwe bi hevparê xemê wan daye zanîn.

Serok Barzanî herwiha hêviya cîhbicîh bûna dadmendiyê xwestiye û daxwaza sebir û aramiyê ji malbeta Emînî re kiriye.
 
K24

Top