• Sunday, 22 February 2026
logo

Iraq – Ji ber ziyangehandina giştî parêzbendiya parlamenterekî hat rakirin

Gulan Media September 19, 2022 Nûçe
Iraq – Ji ber ziyangehandina giştî parêzbendiya parlamenterekî hat rakirin

Desteya Destpakiya Iraqê aşkera kir, ji ber ziyangehandina bi dewlemendiya giştî parêzbendiya parlamenterekî vê dema Parlamentoya Iraqê hat rakirin.

Îro 19.09.2022yê Desteya Destpakiya Iraqê aşkera kir, dadgeha 2 ya lêkolînê ya Kerx a Bexdayê ferman daye ji bo standina parêzbendiya parlamenterekî vê dema Parlamentoya Iraqê, ku parêzgerê berê yê parêzgeha Selahedînê bûye û ziyan gehandiye dewlemendiya giştî.

Herwaha hat ragehandin, rakirina parêzbendiya wî kesî li ser zanyariyên bi hûrgilî û îspat kirina wezareta tenduristiya Iraqê bûye, ku ew parêzgerê berê yê Selahedînê bê rezamendiya fermî li fermangeha tenduristiya Selahedînê xelk tayîn kiriye.

Heman demê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku dadgeha 2 ya Kerxê li gor madeya 340 a yasaya cezayê Iraqê ya bi hejmara 111 ya sala 969 a hatî nûjen kirin, parêzbendiya wî parlamenterê rakiriye.

 

Basnews

Top