Almanya piştevaniya hikûmeta nû ya Kurdistanê dike
Cîgirê serokê Yekitiya Lawên Cîhanê û nûnerê Yekitiya Lawên Demokrata Kurdistanê li derve, Felah Hesen ji BasNewsê re got, di kevana sî û yekemîn kongireya Partiya Demokrat-Mesîhî ya Almanya de em bi Wezîra Berevaniya Almanya re civiyan.
Felah Hesen li ser naveroka hevdîtinê got, me di civînê de behsa rewşa Kurdistanê û pêwendiyên Almanya û Kurdistanê kir. Wezîra Almanî ji me re got ku dê Almanya li ser alîkarîkirin û piştevanîkirina gel û hikûmeta Kurdistanê berdewam be.
Bi gotina Felah Hesen, Wezîra Berevaniya Almanya behsa kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê jî kiriye û gotiye, ew piştevaniya kabîneya nû bi serokatiya Mesrûr Barzanî dikin.
Basnews
