• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Qeretepe û Cebare hejmarek gundên kurdan hatine vala kirin

Gulan Media September 18, 2022 Nûçe
Li Qeretepe û Cebare hejmarek gundên kurdan hatine vala kirin

Berpirsê navçeya PDKê li Qeretepe ragehand, hejmarek gund li wî sînorî ji ber rewşa xirab a ewlehiyê hatine vala kirin û berê xwe dane bajaran.

Berpirsê navçeya Qeretepe yê PDKê Kemal Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta hêzên kurd li vî sînorî bûn malên kurdan di ewlehiyê de bûn û parastî bûn. Lê naha hêzên Iraqî tenê malên tirkmen û ereban diparêzin, gundên kurdan ji aliyê xizmet û ewlehiyê ve hatine piştguh kirin.’’

Herwaha ragehand, li bajarokê Cebare 4 gundên kurdan ên bi navê Gilabat Yek, Gilabat Du, Gilabat Sê û Eyn Şukir bi temamî hatine vala kirin. Sedem jî nebûna ewlehî û xizmetê ye. Herwaha li nahyeya Qeretepe çekdarên DAIŞê rojane tevgerê de ne û bûne metirsî li ser jiyana hemwelatiyan. Ji ber wê jî gundên kurdan bi naçarî vala bûne.

Berpirsê navçeya PDKê pêwîst zanî ku hêzên Pêşmerge ji bo parastina mal û canê hemwelatiyan vegerin navçeyê û ragehand: ‘’Hêzên Iraqî nikarin ewlehiyê ji bo xelkê dabîn bikin. Berî heftiyekî ciwanekî şivan ê kurd li gundê Narîn hat revandin û hêzên Iraqê heta naha ti tiştek ji bo rizgar kirina wî nekirine.’’

 

Basnews

Top