Qaymeqamê Mûsilê ji Serok Barzanî daxwaza alîkariya bilez dike
Zuhêr Erecî bi daxuyaniyekê ji bo alîkarîkirina awareyên li kampên Selamiye û Nemrûd, bang li Serok Barzanî kir.
Erecî dibêje: “Ez bang li serkirde û Serok Barzanî dikim ku bigihe hawara kampên Selamiye û Nemrûd û wan gundên nêzîkên wan in, ku ji ber baranê lehî rabûye.”
Qaymeqamê Mûsilê behsa wê yekê dike ku niştecihên wan kamp û gundan bo cihekî din hatine veguhestin û di bangewaziya xwe de dibêje: “Em bangî we dikin ku ji Rêxistina Xêrxwazî ya Barzanî daxwaz bikin ku bigihîje hawara welatiyên me yên li kamp û gundan û alîkariyên weke betanî û xwarin û vexwarinê pêşkêş bikin.”
Çend roj in ji ber baranê li gelek deveran lehî rabûn û rêyên çend bajar û bajarokan hatin girtin.
Rudaw
