• Sunday, 15 February 2026
logo

Şasiwar Ebdulwahîd bi tundî êrişî YNK û Lahûr Cengî dike

Gulan Media December 8, 2018 Nûçe
Şasiwar Ebdulwahîd bi tundî êrişî YNK û Lahûr Cengî dike
Hereketa “Newey Nwê” (Nifşa Nû) dîsa êrişên xwe yên li dijî YNKê bi taybet berpirsê îstixbarata wê partiyê Lahûr Cengî tund kiriye.

Ev demek bû Newey Nwê bi serokatiya Şasiwar Ebdulwahîd, zêde êrişî YNKê û rayedarên wê nedikir lê ev çend roj in televîzyona fermî ya wê hereketê, NRT, dest bi êrişên tund kiriye li dijî YNKê bi taybet berpirsê îstixbarata wê partiyê Lahûr Cengî.

NRT herî dawî di raportekê de behsa rewşa kambax ya Kerkûkê kiriye û gotiye, Lahûr Cengî û yên derdora wî endazyarên xiyaneta 16 Cotmeha par in ji ber ku gunehê şehîdbûna bi sedan pêşmerge û ji dest dana %51 xaka Kurdistanê dikeve stûyê wan.

Di raporta NRT de hatiye gotin ku Lahûr û YNKê li Bexdayê şer kursî û wezaretan dikin û berhemên 16 Cotmehê diçinin, ew tenê di xema xwe de ne, ne di xema Kerkûkê de.

Di raportê de behsa PDKê jî hatiye kirin û hatiye gotin ku PDK naxwaze di vê rewşê de vegere Kerkûkê û xeletiyên Lahûr sererast bike, partiyên ku vegeriyane jî, nikarin azadane xebatên xwe bikin.



Basnews
Top