• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Babe Şêx kir

Gulan Media September 16, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Babe Şêx kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 15ê Îlonê, di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li Şêx Elî Şêx Elyas Babe Şêxê Êzidiyan kir ji ber koça dawî ya birayê wî Şêx Hicî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe gihand û hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide kesûkar û malbata wan.

Babe Şêx spasî û pêzanînên xwe û yên malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.

 

Top