Şofêrekî Dîlokî li Duhokê di nav barhilgira xwe de mirî hat dîtin
Roja Çarşemê cenazeyê şofêrekî ji Dîlok a Bakurê Kurdistanê li ser rêya Duhok-Zaxoyê piştî du rojan ji mirina wî di nav barhilgir de hat dîtin.
Barhilgir 3 rojan li ser rê maye ku şofêrê wê Hemdî Mihemed Xeyrî xwestiye bêhna xwe bide û di nav barhilgira xwe de mirî hat dîtin, piştî du rojan ji mirina wî xelk pê hisiya û polîs agahdar kirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê polîs di nav barhilgirê de însulîn dîtine, ew jî nîşan dide ku şofêrê ku canê xwe ji dest daye nexweşiya wî şekir hebûye.
Şofêrê barhilgireke din Elî Geyge got, “Em ji vir nefta xam dibine Tirkiyê. Ew şofêr ji Dîlokê ye û reqema barhilgira wî ya Riha ye. Şofêr ji ber celteya dil miriye. Ez şofêr nas nakim lê ez xwediyê barhilgirê nas dikim ku Tirk e.”
Berdevkê Polîsê Duhokê Hêmin Silêman ji Rûdawê re ragihand, cenazeyê şofêr ji bo pişkinîna pizîşkî ya dadwerî hatiye şandin da ku sedema mirina wî were diyarkirin.
Rudaw
