• Sunday, 15 February 2026
logo

Stenbol - Hunermend Yelda Abbasî hat girtin

Gulan Media December 7, 2018 Nûçe
Stenbol - Hunermend Yelda Abbasî hat girtin
Hunermenda naskirî ya kurdên Xorasanê Yelda Abbasî duh êvarê li Balafirxaneya Ataturkê ya Stenbolê û hat girtin.

Hat zanîn ku hunermend Yelda Abbasî û diya wê bo beşdariya bernameya taybet a Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) hatine Stenbolê û li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatine girtin û polîsan Abbasî û diya wê birine emniyetê. Li gorî zanyariyên ku rayedarên NÇMê dane malpera Bianetê, Abbasî ji ber beşdarî bernameya Baroya Wanê bûye lêpirsîn derheqê wê de hatiye vekirin.

Baroya Wanê bi munasebeta Roja Parêzeran di 5ê Nîsana 2018ê de bernameyek çêkiriye û di vê bernameyê de li gel koma Ezginin Günlüğü, Yelda Abbasî jî konserek daye.

Dozgeriyê ji ber vê beşdariya wê, lêpirsin li Abbasiyê vekiriye. Herwiha li gorî zanyariya heman jêderê, Abbasî wê îro bibin Edliyeya Bakirkoyê ya Stenbolê û dozgerî îfadeya wê bistîne.

Basnews
Top