Dadgeha federalî doze derbarê destûra Kurdistanê de red kir
Parlementerek li dadgeha federalî doz vekiribû.
Îro pêncşem dadgeha federalî ya Îraqê di civîna xwe ya li ser doza parlementer,Nasim Xeşan ku, li ser destûra Kurdistanê tomar kiribû, biryara xwe da.
Dadgehê di biryarnameya xwe de tekez kiriye ku, desthilatê dadgeha federalî tuneye ku, biryar derbarê destûrê herêma Kurdistanê de bide.
