• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li gel şandeke Norwêjî civiya

Gulan Media December 6, 2018 Nûçe
Mesrûr Barzanî li gel şandeke Norwêjî civiya
Duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Organîzatorê karûbarên nivîsîngeha balyozxaneya Norwêjê li Îraqê Raver Haugsdal kir.

Di civînê de behsa çend mijar û babetên taybet bi rewşa deverê bi giştî û têkiliyên navbera Kurdistan û Norwêjê hate kirin.

Her di heman civînê de behsa prosesa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û prosesa siyasiya Îraqê hate kirin û Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî belkêşande ser serdana vê dawî ya Serok Barzanî a bo Bexdayê û pêşeroja têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê û ragihand ku derfetek bo ji nûve rast kirina prosesa siyasî li Îraqê hatiye afirandin û tekez li ser vê yekê kir ku di vê warî de Hewlêr û Bexda pêdiviya wan bi hevûdu heye.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser jibîr kirina cîhbicîhkirina destûra bingehîn ya Îraqê, kemasî û kemaniyên nava proje bûdceya Îraq yên li hember mafên Kurdistanê.

Di beşeke din ya civîna han de Raver Haugsdal spasiya Mesrûr Barzanî kirk u derfeta hevdîtinê afirandiye û jiber berbijêr kirina vî bo postê Serokwezîriyê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re û herwiha hêviya pêşkeftinên zêdetir bo Kurdistanê jî xwest.

Haugsdal di berdewamiya axaftinên xwe de piştgîriya welatê xwe bo bihêztirkirina têkiliyên navbera Kurdistan û Norwêjê û hevkarî kirina hikûmeta Kurdistanê diyar kir.

Haugsdal hevdem li gel bilind nirxandina hevkarî û asankariyên Kurdistanê bo tîma balyozxaneya Norwêjê, bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên însanî û astengiyên heyî yên li berdem awedan kirinê bi taybetî li Neynewayê kir û tekez li ser rola Norwêjê di nava hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê kir û got: Norwêj vê di şerê dijî terorê de berdewam be.

Top