Serok Barzanî li gel Ebdulrehman Apo civiya
Duh Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Siyasetmedarê Kurd û endamê desteya Serokatiya partiya demorkata Kurdistan/ sûriye, Ebdulrehman Apo kir.
Di civînê de Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember azadbûna Apo ji girtîgehê diyar kir û ragihand ku cêyê mixabiniyeke gelek mezine ku têkoşerekî Kurd weke we bikeve girtîgeha aliyekî Kurdî.
Serok Barzanî herwiha hêviya vê yekê xwest ku dawî li êş û azarên gelê Kurd li Sûriyeyê jî were.
Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasiya Sûriye, rewşa gelê Kurd li Sûriyeyê hate kirin û Serok Barzanî hevdem li gel diyar kirina dilgiraniya xwe ya li hember pêşeroja Kurd li Sûriyeyê û got; Xwesteka me bo baştir bûna rewşa Kurd li Sûriyeyê tişteke din bû, lê mixabin jiber siyasetên tekalî yên aliyekê û herwiha cîhbicîh nekirina rêkeftinên heyî yên di navbera aliyên siyasî de, niha pêşerojeke tarî bo gelê Kurd li Sûriyeyê derketiye ku ev yek jî cêyê mixabiniyê ye bo hemûyan.
