• Sunday, 22 February 2026
logo

MÎT: Me 2 endamên PKKê li Mexmûrê desteser kirin

Gulan Media September 14, 2022 Nûçe
MÎT: Me 2 endamên PKKê li Mexmûrê desteser kirin

Ajansa Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) di daxuyaniyekê ragehand, du endamên PKKê yên bi navên Hatîp Guney û Aya Ahmet Silêman bi operasyonekê desteser kirin û veguhestin Tirkiyê.

Li gor Ajansa “Anadolu”, MÎTê 2 endamên PKKê, Hatîp Guney ê wek Şahan/Cîhan û Aya Ahmet Silêman a wek Tekoşîn Qamişlo/Ciwan li Kampa Mexmûrê bi operasyonekê desteser kirin û birine Tirkiyê.

Li gor çavkaniyên ewlehiyê ji Ajansa Anadolu re ragehandine, MÎTê li yek ji navendên herî giring ên PKKê ya li Kampa Mexmûrê operasyon pêk aniye û ew her du endamên PKKê desteser kirine.

Herwaha hat ragehandin ku Hatîp Guney sala 2019ê bi rêyên qaçax li ser Wan û navçeya Elbak a Bakurê Kurdistanê re derbasî Îranê bûye û piştre jî derbasî Iraqê bûye û perwerde ji PKKê wergirtiye. Piştre ew şandine Kampa Mexmûrê, piştî perwerdeyên îdeolojîk û çek di asta fermandarê tîmekê de erk wergirtiye.

Ji bo Aya Ahmet Silêman jî hat gotin, ew di sala 2015ê de tevlî PKKê bûye, sala 2017ê ji Sûriyê derbasî Iraqê bûye û li Çiyayê Garê perwerde dîtiye, li herêmên Avaşîn û Basya jî xebat kiriye û piştre sala 2018ê derbasî Kampa Mexmûrê bûye.

Li kampa Mexmûrê dora 12 hezar kesan lê dimînin û piraniya wan alîgir û malbatên gerîlayên PKKê ne.

Berê jî gelek caran ew kamp ji aliyê firokeyên Tirkiyê hatiye bombebarankirin û ziyanên canî û madî di encamê de derketine.

 

K24

Top