• Sunday, 22 February 2026
logo

Leşkerên Tirkiyê welatiyekî Kurd li ser sînor kuştin

Gulan Media September 13, 2022 Nûçe
Leşkerên Tirkiyê welatiyekî Kurd li ser sînor kuştin

Leşkerên Tikiyê sibeha îro Sêşembê 13ê Îlonê gulle berdane hejmarek kolberên Kurd û di encamê de kolberekî Rojhilatê Kurdistanê kuştin.

Serê sibeha îro, hêzên Tikriyê li sînorê Kerkuj ê ser bi Kela Xwê (Xoy) ve li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê teqe li 3 kolberan kirin.

Çavkanyekî taybet li bajarê Kela Xwê (Xoy) ê Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re got: “Ew 3 kolber li sînorê Kerkuj ê Xoyê dixwestin derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin, lê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve rasterast teqe li wan hate kirin û kolberê bi navê Esxer Derwîşzade yê temen 31 salî hat kuştin.”

Li gor heman çavkaniyê, gule li serê Esxer Derwîşzade ketiye û di cih de canê xwe ji dest daye.

Du kolberên din reviyane û xwe gihandine gund û xelk ji bûyerê agehdar kirine.

Piştre gundî çûne cihê bûyerê û termê kolberê kuştî vegerandine.

Esxer Derwîşzade, xelkê gundê Kerkuj ê navçeya Elind a Kela Xwê (Xoy) 31 salî û bavê 3 zarokan bûye.

 

Rudaw

Top