• Sunday, 22 February 2026
logo

Şerê navbera Ermenistan û Azerbayican dîsa destpê kir

Gulan Media September 13, 2022 Nûçe
Şerê navbera Ermenistan û Azerbayican dîsa destpê kir

Amerîka jî daxwaz ji her du aliyan deke xwe ji şer dûr bixin.

Hêzên Ermenistanê û Azerbayicanê yên li ser sînor ji duhê ve heta niha şerê hev û du dikin.

Artêşa Ermenistanê eşkere kiriye ku, artêşa Azerbayicanê ji duhê ve dest bi topbaran kirina çeperên me yên li Goris, Sotk û Yermukê kiriye û artêşa Ermenistanê jî neçare ku, bersifa êrîşên han bide.

Ji aliyeke din ve hate zanîn li dor vê mijarê Serokê Ermenistanê bi rêya telefûnê li gel Serokê Rûsyeyê peyviye û Amerîka jî daxwaz ji Azerbayican û Ermenistanê kiriye daku, xwe ji şer û pevçûnan dûr bixin.

Top