• Sunday, 22 February 2026
logo

Hejmara yekem a LewWergerê derket

Gulan Media September 13, 2022 Hunerî
Hejmara yekem a LewWergerê derket

Hejmara yekem a kovara wêjeyî ya pispor "LewWerger" derket pêşber xwînerên kurd.

Li Ameda Bakurê Kurdistanê, hejmara yekem a kovara taybet bi wergera helbestê "LewWerger" derket pêşber xwînerên kurd. LewWerger kovara wergera helbestê ya çarmehane ye. Hejmara yekem a mehên îlon, cotmeh, mijdar û berfanbara sala 2022yan e.

Hejmara yekem ya kovarê ji 64 rûpelan pêk tê û wergerên ji gelek zimanên sereke yên cîhanê li xwe digire, wek wergerên ji zimanê ingilîzî, almanî, fransî, rûsî, erebî, farisî û hin zimanên din. Her wiha hin mijarên li dor teoriya wergera helbestê jî cihê xwe di nav rûpelên vê hejmara pêşîn a kovarê de digirin.

Kovar bi Kurmanciya jorîn û jêrîn û Kirmanckî (Zazakî) wergeran vedihewîne. Helbestên gelek helbestkarên naskirî yên dinyayê hatine wergerandin û di kovarê de cih girtine, wek Mehmûd Derwîş, Riyad Salih Hisên, Alphonse de Lamartine, Tomas Transtromer, Salvatore Quasimodo, Heinrich Heine, Aiwei Shi û gelekên din.

Ev hejmara ewil a kovarê dîyarî ruhê mîrê Kurd Mîr Celadet Bedirxan hatiye kirin. Biryar e her hejmareke vê kovarê dîyarî kesayetiyeke kurd ku xizmeta çand û wergera kurdî kiribe, bê kirin.

Komîteya weşana kovarê ji van kesan pêk tê: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî û Yeqîn H. Biryar e kovara taybet bi wergera helbestê "LewWerger" her çar mehan carekê biweşe.

 

Rudaw

Top