Bi hawinan êrîşî binkeya serbazî ya Tirkiyê li Efrînê kirin
Binkeya serbazî ya hêzên Tirkiyê li gundê Mêremînê yê herêma Efrînê hat topbarankirin.
Li gor çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê ve, îro danê sibehê binkeya serbazî ya hêzên Tirkiyê li gundê Mêremînê bi çend gulle hawinan hatiye armanckirin.
Çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê ve îddîa dikin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ew binkeya serbazî ya hêzên Tirkiyê topbaran kirine.
HSDê hêj derbarê êrîşa îro ya li ser wê binkeya serbazî ya Tirkiyê daxuyanî nedaye. Lê belê HSDê berê bêhtir ji carekê ragihandiye ku hêzên wan li navçeya Şehbayê û derdora wê nînin.
Heta niha ti zanyarî derbarê encamên topbaranê û ziraran de nehatine aşkerekirin.
Herwiha heta niha ti daxuyaniyên fermî ji aliyê hêzên Tirkiyê û HSDê ve derbarê vê êrîşê de nehatine dayin.
Rudaw
