Li bajarê Kastamonu êrîşî ser karkerên Kurd hate kirin
Karkerekî Kurd canê xwe ji dest daye.
Li gor zaniyariyên berdest, duhê danê êwarê li navçeya Cide ya ser bi bajarê Kastamonu ya Tirkiyeyê, welatiyekî Tirk bi çek êrîşî ser du karerên Kurd yên xelkê Batmanê kiriye.
Di encama êrîşa han de karkerekî Kurd canê xwe ji dest daye û karkereke din jî birîndar bûye.
