• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîma Duhokê ya werzişê dike

Gulan Media September 11, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîma Duhokê ya werzişê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîma werzişê ya Duhokê kir, bi boneya gihîştina wê bo Xula Nayab a Iraqê û piştevaniya xwe ji bo bizava werziş û werzişkarên Kurdistanê dubare kir.

Tîma Duhokê ya Futbolê duhî di lîstika li hembera Emaneya Bexdayê (2 - 0) bi ser ket û piştî şeş salan careke din gihîşt Xula Nayab a Iraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Tîma Duhokê Ebdulla Celal de, pîrozbahî li serok, endamên Desteya Kargêrî, tevahiya lîstikvanan û handerên tîma Duhokê ya werzişî kir, bi boneya serkeftina tîma wan bo Xula Nayab a Iraqê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê jê re xwat û piştevaniya xwe ji bo bizava werzişê û werişkarên Kurdistanê dubare kir.

 

 

K24

Top