• Sunday, 22 February 2026
logo

HSD: Me 90 sîxorên Tirk girtine

Gulan Media September 11, 2022 Nûçe
HSD: Me 90 sîxorên Tirk girtine

Gefên Tirkiyeyê jî bo operasiyonê berdewamin.

Li gel berdewamiya gefên Tirkiyeyê yên bo operasiyoneke din ya leşkerî li Rojavayê ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) Fermandariya giştî ya hêzên Sûriyeya demokratîk daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya ku, duhê hatiye weşandin, behsa vê yekê hatiye kirin ku, hêzên wan karîne di çarçoveya amadekariyên xwe yên bo rûbirû bûna operasiyona Tirkiyeyê de, çend operasiyonan li navçeyên curbicur lidar bixin.

Di daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, di operasiyonê de bi giştî 90 kes ku, kar bo Tirkiye û komên çekdar yên Tirkiyeyê û herwiha sîxorî bo Tirkiyeyê kirine bigirin.

Top