• Sunday, 22 February 2026
logo

9 welatiyên Îran li Kerbelayê canê xwe ji dest dan

Gulan Media September 10, 2022 Nûçe
9 welatiyên Îran li Kerbelayê canê xwe ji dest dan

Nêzî 8 hezar jî nexweş ketine.

Li gor nûçeyeke çapemeniya Îranê, xaça sor anjî Helal Ehmera Îranî ragihandiye ku, bi tenê li Kerbelayê jiber qerebalixiyan 9 welatiyên Îranî canê xwe ji dest dane.

Çapemeniya Îranî herwiha eşkere kiriye ku 8 hezar welatiyên din yên Îranî yên ku, li Kerbelayê ne, nexweş ketine.

Ji aliyeke din ve hin çavkaniyên farsî weke Iranianuk jî belav kirine ku, hinek welatiyên Îranî jî ku, xwestine bo beşdarî kirin di merasîma çileya Îmam Husên de biçin Îraqê li ser sînor vegeriyane û ragihandine ku Îran ti xizmetgozariyek li ser sînoran pêşkêşî welatiyan nakin, welatî birçî û tîne û li ser gilêşan radizin.

Top