• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka derbarê DIŞIê de huşdarî dide

Gulan Media September 10, 2022 Nûçe
Amerîka derbarê DIŞIê de huşdarî dide

Dibêje li kempa Hol nibşeke nû û metirsîdar tê pêgehandin.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî derbarê rewşa kempa Hol de daxuyanî daye û huşdarî daye civaka cîhanî.

Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, li kempa Hol ku, yek ji metirsîdartirîn kempên cîhanê ye, nibşeke nû ya DIŞIê tê pêgehandin û ev yek jî metirsiyeke gelek mezine bo ser dever û cîhanê.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, ji sedî 70 nîştecîhên kempê zarok û ciwanên ku, di bin perwerdehiya radîkalîzmê dene.

Weke tê zanîn duhê jî Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkî serdana Rojavayê kiribû û li gel rayedarên Rojavayê behsa rewşa kempa Hol kiribû.

Top