• Sunday, 22 February 2026
logo

Romana 'HELALE' ya Eta Nehayî bi zimanê Erebî hat weşandin

Gulan Media September 10, 2022 Hunerî
Romana 'HELALE' ya Eta Nehayî bi zimanê Erebî hat weşandin

 Ji weşanxaneya “Dar el-Xan” a Kuwêtî, wergera Erebî ya romana “HELALE” ya romannivîsê Kurd Eta Nehayî hat weşandin.

Derbarê versyona Kurdî de ya romanê, weşanxaneyê gotineke nivîskar û rexnegîrê Haşim Ehmed Zade li ser qapê weşandiye “Roman guhertinên civaka Kurdî di dehsalên borî de derdibire. Ev roman behsa evîn, siyaset û nasnameyê di jiyana hin kesayetiyan di civaka Kurdî de dike. Roman rastiya rikaberiya di navbera dab û nerîtên kevin û nû de ji xwênerên romana Kurdî re bi deqeke ciwan vedibêje.”

Eta Nehayî di sala 1960an de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye.

3 roman û hejmarek pirtûkên Nehayî yên çîrokan hene.

Fedwa Derwîş romana Eta Nehayî ji zaravê Kurmancî bo Erebiyê wergerandiye.

Fedwa Derwîş li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê  jidayik bûye.

Derwîş berê 2 romanên romannivîsê Kurd Bextyar Elî ji bo heman weşanxaneyê wergerandine:

Apê min Cemşîd xan, Weşanxaneya Dar el-Xan, Kuwêt, 2019.

Êvara Perwaneyê, Weşanxaneya Dar el-Xan, Kuwêt, 2020.

Derwîş herwiha Pirtûka “ Xwyên Zordariyê” ya ronakbîrê Sûrî Ebdilreham el-Kewakibî ji Erebî bo Kuriyê wergerandiye, Weşanxaneya J&J, Amed, 2018.

Fedwa Derwîş 2 roman ji zimanê Înglîzî jî wergerandine:

Ji Xwe Ranebe, Liz Lawler, Weşanxaneya Dar el-Xan, Kuwêt, 2020.

Keç, Ana Maria Shua, Weşanxaneya Dar el-Xan, Kuwêt, 2021.

 

 

Rudaw

Top