• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê wek her dem dê faktora aramî û seqamgîriyê be

Gulan Media September 8, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê wek her dem dê faktora aramî û seqamgîriyê be

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 7ê Îlona 2022yan bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa guherîn û pêşhateyên dawîn ên rewşa siyasî ya Iraqê kir û destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê ligel çareserkirina kêşeyên Iraqê ye bi rêya gotûbêj û bi awayekî aştiyane û bingehîn û li ser bingeha destûrê, bi awayekî ku rêz li sîstema demokrasî û dengê welatiyan were girtin û aramî û seqamgîriya Iraqê were parastin.

Serokwezîr tekezî li girîngiya hevhelwestiya aliyên Kurdistanî di dakokîkirina maf û heqên destûrî yên xelkê Kurdistanê û parastina destkeftên niştimanî kiriye. Herwiha dûpat kiriye ku Herêma Kurdistanê wek her dem dê faktoreke aramî û seqamgîriyê li Iraqê û navçeyê be.

Piştre ji aliyê Wezîrê Perwerdehiyê yê bi wekalet Ano Cewher û Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Aram Mihemed Qadir amadekariyên herdu wezaretan ji bo destpêka sala nû ya perwerdehiyê ya 2022-2023 û pêwîstiyên wê hatin pêşkêşkirin.

Di beşa sêyem de, Wezîrê Samanên Sirûştî yê bi wekalet Kemal Mihemed Salih û Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab behsa amadekariyên pêwîst ên ji bo dabînkirina nefta spî ji bo welatiyan bo demsala zivistanê kir. Encûmena Wezîran biryar da, li ser vê mijarê amadekarî were kirin bo dabeşkirina nefta spî, bi taybetî jî ji bo navçeyên sar û çiyayî.

 

Basnews

Top