Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê silavên Serok Biden gehande Serok Barzanî
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Cîgira Wezîra Derve ya Amerîkayê kir.
Li gor daxuyaniya Baregayê Barzanî ya derbarê hevdîtinê de waha ye:
Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilinda Wezareta Derveya Amerîkayê kir
Roja çarşem 07.09.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Barbara A. Leaf Yarîdedera Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn û şandeke li gel kir ku ji xanima Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê birêz Irvin Hicks Jr. Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Yarîdedera Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn silavên Serok Biden bi Serok Barzanî gihand û balkişand li ser wê yekê ku Serok Biden bi girîngiyeke zêde ve temaşa Herêma Kurdistanê dike û Herêma Kurdistanê jî yek ji ewlewiyetên siyaseta derekiya welatê xwe dizane û tekez jî li wê yekê kir ku serwerî û aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê, bingeheke ji bo aramî û pêşketina navçeyê.
Li beşeke dinê axaftina xwe de tekez li wê yekê kir ku welatê wan xemxuriyeke zêde ji bo peywendiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê heye û ji bilî derbirîna pêzanînên xwe yên ji bo rola Serok Barzanî ya li çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê, daxwaz kir ku Serok Barzanî bi hîkmet û bandora xwe zêdetir bi rola xwe ya ji bo çareserkirina kêşeyan û nehiştina kêşeyên siyasiyên Iraqê bibîne.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina şanda mîhvanan silav û rêz ji bo Serok Biden hebû. Her wiha bi kurtî li ser rewşa siyasiya Iraqê û sedemên kêşeyên bingehînên siyasiyên Iraqê xisterû. Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku çavkaniya kêşeyan û qeyrana siyasiya Iraqê ji bo pêgirînebûna Bexda bi destûrê û nemana bingehên şeraket û hevsengî û sazana li proseya siyasî û rêznegirtina li encama hilbijartinan û proseya demokrasiyê ve vedigerê.
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ragihand ku pêwîste babetên bingehînên di navbera Hewlêr û Bexda li çarçêweya destûrê bêne çareser kirin û her rêkeftin û pêkhatinek divê li ser bingeha destûrê bi zelalî û bi ciddî kar li ser bêkirin. Her wiha eve jî xisterû ku li Iraqê da divê ji bo çareseriya kêşeyan çanda hevdû qebûlkirinê hebê û nabê hîç aliyek hewla jêbirina aliyên din bide û divê rêz li destûrê bê girtin. Di derbarê hizra hilbijartina pêşwext jî Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku me hîç astengiyek li ser encamdana hilbijartina pêşwext nîne bi mercek bingeheke siyasî û yasayî ji bo wê bê kirin û hîç aliyek û pêkhatek neyê îhmal kirin û rêz jî li encama her hilbijartinek bê girtin ku birêve diçê.
basnews
