Li Zaxoyê ji ber jehrîketinê zêdeyî 180 kes rakirin nexweşxaneyan
Li navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ji ber xwarina xirab a xwaringehekê zêdeyî 180 kesan bi jehrî ketine û ew rakirine nexweşxaneyan. Rêvebiriya Tendirustiya Zaxoyê jî dibêje, her kesê di 24 demjimêrên bihorê de ji ber xwarina li wê xwaringehê jehrî bûye, bila serdana Nexweşxaneya Hewarçûnê bike.
Peyamnêrê Rûdawê li Zaxoyê, Yûsif Mûsa ragihand, ji şevê din ve hejmara kesên ku ji ber xwarina xirab a xwaringehekê li Zaxoyê jehrî bûne, zêdetir bûye û li gor dawî amaran ji duh ve zêdeyî 185 kesan ji ber jehrîbûnê serdana nexweşxaneyan û navendên tendirustiyê kirine.
Beşek ji welatiyên ku bi jehrî ketine, li xwaringehê xwarin xwarine lê beşek din jî ji malê û derve ve xwarin xwestine.
Piraniya nexweşxan serdana Nexweşxaneya Hewarçûnê ya Zaxoyê kirine ku 200 textên wê hene û li wê derê tên dermankirin.
Di nava nexweşxan de jin û zarok jî hene.
Li gorî Rêvebiriya Tendirustiya Zaxoyê, rewşa hemû nexweşan baş e û metirsî li ser jiyana wan nîne.
Yek ji welatiyên ku bi jehrî ketiye û li Nexweşxaneya Hewarçûnê ya Zaxoyê tê dermankirin, ji Rûdawê re got: “Ez demjimêr 12:30 bi birayê xwe re li wê xwaringehê bûm me daxwaza birinc û mirîşk kir û sewze ji me re danîn, xwarinek pîs bû û em jî li ser kar bûn û em birçî bûn, lewra me bi neçarî xwar. Piştî pênc demjimêran em bi zikêşê ketine û zikê me gelek êşiya û em anîn nexweşxaneyê.”
Rêvebiriya Tendirustiya Zaxoyê lêkolîn daye destpêkirin û daxwaz kiriye, her kesê di 24 demjimêrên bihorî de li wê xwaringehê xwarin xwaribe, bila serdana nexweşxaneyê bike.
Rudaw
