• Sunday, 22 February 2026
logo

Hunermendê Kurd xelata John Lennon wergirt

Gulan Media September 7, 2022 Hunerî
Hunermendê Kurd xelata John Lennon wergirt

Hunermendê Kurd Agrîn Dilşad roja Duşemê di pêşbirka nivîsandina stranan a John Lennon de yek ji xelatên mezin wergirt. Ev cara yekem e ku stranek ji Rojhilata Navîn tê xelatkirin.

Strana Dilşad a bi navê “Şerê Dunyayê” di kategoriya cîhanê  de xelata mezin wergirt û dê Stran di Nîsana 2023an de ji bo xelata Grand "Lennon" pêşbaziyê bike.

Agrîn Dilşand ji Rûdawê re got “Strana Şerê Dunyayê ji bo min karekî taybet e û ji hesta berpirsiyariya min a mirovî ya li hember têgeha jiyana hevbeş û her wiha hemû êşên ku şer bi ser me, xweza, jîngeh û hemû mirovahiyê de aniye.”

Dilşad di sala 1995an de li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye, di 12 saliya xwe de dest bi stranbêjiyê kiriye û yekem albûma xwe ya bi navê “Tênagihîjî” di sala 2020an de derxistiye.

Hunermendê Kurd du albûm derxistiye, û di warê muzîkê de îmzeya xwe li ser zêdetirî 80 berhemên din jî xistiye.

Pêşbirka ku rûmetê dide mîrateya mûzîkjenê Brîtanî John Lennon û her sal tê lidarxistin, ji sala 1997an ve platformek ji strannivîsên ji çaraliyê cîhanê re peyda kiriye da ku afirîneriya xwe diyar bikin û ji bo muzîka xwe bidin nasîn. Pêşbirk ji aliyê Yoko Ono Lennon hevjîna John Lennon ve damezirandin.

 

Rudaw

Top