• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka û Siûdiye dest bi tetbîqateke din kirin

Gulan Media September 6, 2022 Nûçe
Amerîka û Siûdiye dest bi tetbîqateke din kirin

Tetbîqat li Bakûrê Siûdiyeyê destpê kiriye.

Wezareta berevanî ya Siûdiyeyê li ser hesabê xwe yê fermî li twitterê nivîsandiye ku, îro 6ê Îlonê hêzên asmanî û bejahî yên Siûdiye û Amerîkayê, li navenda leşkerî ya hêzên Asmanî ya Melik Feysel ya li Bakûrê Siûdiyeyê dest bi tetbîqateke leşkerî ya hevbeş kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, armanc ji tetbîqata han ya hevbeş berfiretir û bihêztir kirina asta hevkarî û hemahengiya leşkerî ya di navbera her du aliyan deye.

Top