• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Kanadayê êrîşên bi kêran pêkhat: 10 kes mirin, 15 kes birîndar bûn

Gulan Media September 5, 2022 Nûçe
Li Kanadayê êrîşên bi kêran pêkhat: 10 kes mirin, 15 kes birîndar bûn

Li Kanadayê du kesên bira yên êrîşkar 10 kes kuştin û 15 kes jî birîndar kirin. Hêzên ewlehiyê jî ragehandin ku dibe êrîşên li hember gel berdewamiya wê hebe û bila ti kes ji malên xwe dernekeve.

Li Kanadayê du kesên ku birayên hev êrîşên bi kêran pêkanîn û di wan êrîşan de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li eyaleta Saskatchewanê pêkhat û li gor polîsê Kanadayê, qurbaniyên wan êrîşan li 13 herêmên cuda hatin dîtin. Îxbara yekem ji aliyê servîsa lezgîn ve li gor demjimêra herêmî 05:40ê de pêkhat. Li ser wê yekê polîs bang li gel kir di cîhên bi ewle de xwe biparêzin.

Hat ragehandin êrîşkarên bûne sedemê mirina 10 kesan û birîndarbûna 15 kesên din Damien Sanderson ê 31 salî û Myles Sanderson in, ku herdu jî bira ne.

Heta naha êrîşkar nehatine girtin û xebatên lêgerîn û girtina wan berdewam dikin.

 

Basnews

Top