• Sunday, 22 February 2026
logo

Helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kete xwarê

Gulan Media September 5, 2022 Nûçe
Helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kete xwarê

Helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê kete xwarê û hejmarek leşker tê de bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di derheqê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, duhî 4ê Îlonê li herêma “Operasyona Pençe-Kilîtê” helîkoptreka wan a bi cûreya Skorsky ji ber sedemên teknîkî ketiye xwarê.

Diyar kir jî, ji 8 leşkerên ku di helîkopterê de bûn, 7 leşker hatine rizgarkirin û ji bo rizgarkirina leşkerê din jî hewlên wan berdewam e.

Hêzên Parastina Gel (HPG) berî niha di daxuyaniyên roja Şemî û Yekşemê de xistina du helîkopterên Skorsky yên arteşa Tirkiyeyê ragihandibû.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsana 2022yan de bi rêya bejahî û esmanî, operasyoneke bi navê "Pençe-Kilît" li dijî PKKê li deverên Zap, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin.

 

 

K24

Top