• Sunday, 22 February 2026
logo

Data sentera hikûmetê hate vekirin

Gulan Media September 5, 2022 Nûçe
Data sentera hikûmetê hate vekirin

Serokwezîrê Kurdistan ev navenda han bi fermi vekir.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana navenda teknolojiya zaniyariyan ya hikûmeta Kurdistanê kir û piştî serdanê jî Serokwezîr derbarê naveroka serdanê de wisa nivîsand;

Îro me serdana fermangeha teknolojiya zaniyarî ( DIT) ya hikûmetê kir û ji aliyê Serokê fermangehê birêz Hîwa Efendê ve hatin pêşwazîkirin.

Pişt re me serdana beşên fermangehê kir û data sentera navendî ya hikûmetê jî bi fermî vekir ku, navendeke girîng ya zaniyariyên taybet bi Fermanberên hikûmet, welatiyan, xizmetgozariyên giştî yên herêma Kurdistanê û pergaleke zaniyariyane, ev navend bi şêwazeke dîcîtalî, pêşkeftî û parastî kar dike û hevkariyeke girîng pêşkêşî dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê dike daku bi awayeke serdemiyane û pêşkeftî xizmetgozariyan pêşkêşî welatiyan bike.

Rixmî dest xweşî kirin ji karmendên fermangeha teknolojiya zaniyariyan, jiber karameyî û asta bilind û pêşkeftî ya fermangeha wan, me ev yek dubare kir ku, dîcîtalîzekirina xizmetgozariyan beşeke girîng ji reformên kabîneyan 9an e, ku dibe sedema pêşde birina şefafiyet, nehêştina rûtîn, birokrasî û xizmet kirina welatiyên herêma Kurdistanê bi awayeke baştir û bileztir.

Em bi vê yekê serfirazin ku xwedan, navendeke zaniyarî ya pêşkeftî ya bi vê rengî ne û ev yek cîhê kêfxweşiyê ye ku, karmend, endaziyar û pisporên ware IT yên vê fermangeha han derçûyên zanîngehên Kurdistanê ne û karîne ev navenda han ya pêşkeftî ava bikin û birêve bibin.

Ev navenda han yek ji berhemên prosesa reforman e û hevkariyeke gelek zêde pêşkêşî dezgehên hikûmet û kerta taybet û welatiyan bi giştî dike û di pêşerojê de emê berhemên vê bibînin.

 

Top