• Sunday, 22 February 2026
logo

Birûskê li cotkaran da: 23 kes mirin

Gulan Media September 4, 2022 Nûçe
Birûskê li cotkaran da: 23 kes mirin

Li eyaleta Biharê ya li rojhilatê Hindistanê ji ber lêxistina birûskê 23 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor nêçeya Manîla Tîmesê li eyaleta Bîharê piştî barana gur birûskê li çend herêman xist. Ji ber birûskan 25 kesan canê xwe ji destdan ku hejmareke ji wan karkerên di zeviyan de dixebitin bûn.

Serokwezîrê Eyaletê Biharê Nitish Kumar got ku ji ber bûyerê xemgîn e û eşkere kir ku dê 5 hezar dolar bidin malbatên kesên canê xwe ji dest dane.

Rayedarên meteorolojiyê hişyarî dan ku dê 5 rojan li bakurê rojhilatê Hindistanê şert û mercên hewayê nebaş be.

 

Rudaw

Top