Parlamentera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel piştî ku duhî hatibû binçavkirin, hat girtin.
Parlementera Diyarbekirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, ku duhî hatî binçav kirin, îro piştî ifadeya xwe li Dadgehê, biryara girtina wê hate dan.
Guzel, ku parêzbendiya wê ya parlementeriyê hatî rakirin, îro ifadeya xwe da dadgeha Stenbolê li devera Çaglayan û bi tometa endametiya rêxistinê hate girtin.
Hate zanîn ku dê Guzel ji bi Girtîgeha Sîlîvriyê were şandin.
K24
