• Sunday, 22 February 2026
logo

2emîn Festîvala Navdewletî ya Geliyê Takoranê dest pê kir

Gulan Media September 4, 2022 Hunerî
2emîn Festîvala Navdewletî ya Geliyê Takoranê dest pê kir

 Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê, Festîvala Navdewletî ya Geliyê Takoranê birêve diçe.

Ji bilî geştyaran hejmareke zêde ya werzişvanan jî beşdar bûn, çalakiyên cor bi cor kirin. Di festîvalê de, xwarinên navçeyî hatin çêkirin û govendên Kurdî hatin gerandin.

Geliyê Takoranê dikeve navbera Siwêrega Ruhayê û Aldûşa Semsûrê de. Geliyeke ku 20 kîlometran dirêj e.

Ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi sedan werzişvan beşdarî pêşbaziyên di festîvalê de bûn.

Şaredara Siwêregê Ayşe Çakmak got, “Bi taybetî beşdariyeke berfireh di festîvala me de ya, ku duyemîn car e di asta navdewletî de tê kirin, heye. Li herêma Geliyê Takoranê û qada seyranê jî cihê mirov gav bavêje nîne.”

Ji bo beşdarên festîvalê bernameyên curbicur hatin lidarxistin û xwarinên herêmî yên Rihayê hatin çêkirin û govendên Kurdî hatin gerandin.

Şaredara Siwêregê Ayşe Çakmak anî ziman, “Em mêvanên xwe yên ku ji çar aliyên welêt hatine Siwêrega me diezimînin. Hûn dengan dibihîzin, kêfxweşî, pêşbaziyên nêçîra masiyan û bernameyên xwarinê bi kom û kêfxweşiyan berdewam dikin.”

Geliyê Takoran ê ku di navbera sînorê Siwêregê û navçeya Aldûş a Semsûrê de ye 20 kîlometreyan dirêj e û pira herî mezin a Kurdistanê Nisîbî di ser re derbas dibe.

Li Geliyê Takoranê bi dehan newal, şikeft, sûlav, gorên zinarî, berhemên dîrokî hene û bi xwezaya xwe ya nuwaze bala geştyaran dikşîne.

 

Rudaw

Top