• Sunday, 22 February 2026
logo

Teqînekê li mizgefteke Efxanistanê rûda

Gulan Media September 2, 2022 Nûçe
Teqînekê li mizgefteke Efxanistanê rûda

Teqînekê li mizgefteke Efxanistanê rûda, di encamê de melayê mizgeftê û hejmarek welatî hatin kuştin.

Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan a AFPê, teqînekê li mizgefteke bajarê Herat yê li rojavayê Efxanistanê, di dema birêveçûna nimêja Înê de rûda.

Polîsê Efxanistanê li ser vê mijarê ragihand, teqîn li derveyî mizgefteke bajarê Herat rûda û bû sedema kuştina Mucîb Rehman Ensarî ku kesayetekî naskirî yê olî ye, di helwestên xwe de piştevaniya Tevgera Talîbanê dike.

Herwiha eşkere kir ku di teqînê de pasevanên Mucîb Rehman Ensarî û hejmarek welatî hatin kuştin.

 

K24

Top