• Sunday, 22 February 2026
logo

HPGê piştrast kir; 'Rêzan Amed' di êrîşa Tirkiyê de canê xwe ji dest da

Gulan Media September 2, 2022 Nûçe
HPGê piştrast kir; 'Rêzan Amed' di êrîşa Tirkiyê de canê xwe ji dest da

 HPG, baskê çekdarî yê PKKê îro di dauxyaniyekê de ragihand, ku “Umît Tarhan” ê bi navsnavê “Rêzan Amed” ku medyaya fermî ya Tirkiyê ew weke “Berpirsê Akademiyên PKKê” bi nav kiriye, roja 18ê Gulana 2022an di êrîşeke artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê AAyê duh li ser zarê çavkaniyên serbazî ragihandibû, Berpirsê Akademiyên PKKê “Umît Tarhan” ê bi navsnavê “Rêzan Amed” di operasyoneke îstixbarata wî welatî (MÎT) de li devera Çiyayê Gare li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Medyaya fermî ya Tirkiyê gotibû, Tahran û gerîlayên li gel wî dema ji bo wergirtina amûrên elektronîk û mekanîk ên ji Ewropayê hatibûn şandin diçin Çiyayê Gareyê, rastî êrişa hêzên Tirkiyê tên û canê xwe ji dest didin.

Di raportê de hatibû îdiakirin ku Umît Tarhan li Berlînê ji bo PKKê xebitiye û di sala 2009an de tevlî refên PKKyê yên li çiyan bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel HPGê ku baskê leşkerî yê PKKê ye, îro Pêncşembê 1ê Îlona 2022an di daxuyaniyekê de piştrast kiriye ku “Umît Tarhan” di êrîşeke Tirkiyê de li “Herêma Parastina Medyayê” jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Umît Tarhan di êrîşa 18'ê Gulana 2022'an de jiyana xwe ji dest daye.”

HPG herwiha daye xuyakirin ku Tarhan li navçeya Hanî ya Amedê ji dayik bûye, di Sibata 2007an de ji Ewropayê tevlî rêxistinên PKKê bûye û di Mijdara 2009an de çûye Qendîlê.

Li gor daxuyaniya baskê çekdarî yê PKKê, “Umît Tarhan li Kobanê di şerê li dijî DAIŞê de jî beşdar bûye.”

 

Rudaw

Top