• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Emîrî Kuwaitê civiya

Gulan Media November 28, 2018 Nûçe
Serok Barzanî li gel Emîrî Kuwaitê civiya
Di çarçoveya serdana xwe ya bo welatên Kendavê de, Serok Mesûd Barzanî li gel şanda pê re ji Şiwêrmendê Enecumena Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Endamê Politbûroya PDKê Azad Berwarî, serdana Kuwaitê kir, û îro li gel Emêrî Kuwaitê Simo Şêx Sebah Elehmed civiya.



Li dirêjahiya serdana xwe ya welatên Kendav Serok Mesûd Barzanî roja Sêşemê (27.11.2018) ji aliyê Mîrê Kuweytê Simu Şêx Sebah El Ehmed ve hate pêşwazîkirin.



Di civînê de her du aliyan nêrînên xwe yên li ser pêşhatên dawî yên siyasî û guhertinên heyî yên li Iraq û deverê li hev veguhastin û herwiha balkêşandine ser têkiliyên navbera Kurdistan û Kuwaitê û çawetiya pêxistina têkiliyên wan.



Proseya siyasiya Iraqê û hengavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.



Her heman roj Serok Barzanî û li gel şanda pê re serdana Cîgirê Serokwezîrê Kuwaitê Şêx Nasi Sebah Elehmed û Wezîrê Berevanî yê Kuwaitê kir û li gel wan jî civiya û di civînê de rewşa siysiya Iraq û deverê û têkiliyên navbera Kurdistan û Kuwaitê hatin nîqaşkirin û tekez li ser bihêztirkirina têkiliyên navbera Kurdistan û Kuwaitê hate kirin.



Wêstegeha dawî ya serdana Serok Barzanî û şanda pê re bo Kuwaitê, serdan navenda çandî ya Şêx Cabir Elehmed û herwiha hevdîtin û civîn bûn li gel birêveberê giştî yê sendoqa Kuwaitê a bo geşedana aboriya Erebî bû.



Serok Barzanî vegeriya Herêma Kurdistanê



Her îro Barzanî û şanda li gel piştî serdanekî çend rojî ya Bexda û welatên Kendavê û hevdîtin û çavpêkeftinên li gel berpirsên bilindên Iraq, Îmaratê û Kuweytê, bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêr vegeriya Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top