• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Bafil Talebanî kir

Gulan Media August 31, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Bafil Talebanî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 30yê Tebaxê di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li Bafil Talebanî kir bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).

Îro sêşemê 30yê Tebaxê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de hêviya serkeftinê di erkên wî de ji bo Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) xwest, ji bo pêşvebirina hevahengî û hevkariya navbera hemû aliyan bo piştgirîkirina Hikûmeta Herêmê ber bi arasteya xizmetkirina zêdetir a xelkê Kurdistanê.

Roja 28ê Tebaxê, Encûmena Serkirdetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sîstema hevserokatiyê hilweşand û Bafil Celal Talebanî bi dengên 90 endamên serkirdetiyê, wek Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hat hilbijartin.

 

Basnews

Top