• Sunday, 22 February 2026
logo

Umêd Xoşnaw: Me pilan kiriye ku hejmareke mezin ji projeyên xizmetguzariyê cîbicî bikin

Gulan Media August 31, 2022 Nûçe
Umêd Xoşnaw: Me pilan kiriye ku hejmareke mezin ji projeyên xizmetguzariyê cîbicî bikin

Parêzgarê Hewlêrê got ku ew plan dikin ku hejmareke mezin ji projeyên xizmetguzariyê cîbicî bikin û da xuyakirin, ku bi awayekî wekhev û bê cudahî, destê xweşî û xizmetguzariyê bo hemû deveran bibin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li ser hesaba xwe ya fermî li ser Facebookê ragihand:’’Îro piştî nîvro roja sêşemê 30.1.2022 di derbarê gihandina pirojeyên xizmetguzariyê bo welatiyan û projeyên geşepêdana parêzgeha Hewlêrê û bidawîhatina pirojeyan û deynên girêbestan, li avahiya parêzgariyê. Me li gel aliyên pêwendîdar civînek li dar xist.”

Her wiha di civînê de behsa mekanîzma vegerandina wan pirojeyên neqediyayî û deynên girêbestên ku ji ber qeyrana darayî hatibûn ragirtin, hatin gotûbêjkirin. projeyên xizmetguzariyê û temamkirina projeyên neqediyayî.

Umêd Xoşnawe di berdewamiyê de gotiye: “Li ser pêşniyar û biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, em tekez dikin ku em di warê pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê de li nav bajar û derveyî bajar ti cudahiyê nadin, belku bi awayekî wekhev, bê cudahî û bi taybet xizmetguzarî pêşkêşî hemû deveran bikin. .

 

Basnews

Top