• Sunday, 22 February 2026
logo

Riha di hejmara welatiyan de di rêze yekem de ye

Gulan Media August 31, 2022 Nûçe
Riha di hejmara welatiyan de di rêze yekem de ye

Li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, di hejmara herî zêde ya welatiyan de parêzgeha Rihayê di rêza yekem û parêzgeha Amedê di rêza çarem de ye.

Li gor amarên Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK), li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bajarên herî qelebalix Stenbol, Enqere û Îzmîr in, lê eger hemû kes li bajarê xwe bijiya dê bajarê herî qelebalix bi 2 milyon û 972 hezar û 950 kesan dê Riha bajarê herî qelebalix bûya. Stenbola ku hejmara nişteciyên wê ji 15 milyonan zêdetire di rêza sêyem de cih girt, 2 milyon û 596 hezar û 830 kes bi esil Stenbolî ne.

TUIKê, encamên lêkolîna “Gelo eger hemû kes li bajarê xwe bijiya, dê bajarê herî qelebalix ê Tirkiyê kîjan bûya?” eşkere kir.

Li gor lêkolînê di nav rêza 10 bajarên herî qelebalix de ji Bakurê Kurdistanê parêzgehên Riha, Amed, Sêwaz û Erzeromê cih girtin.

Li gor lêkolînê eger hemû kes li bajarê xwe bijiya dê hejmara nişteciyên 10 bajarên destpêkê wiha bûna:

1 – Riha: 2 milyon û 972 hezar û 950 kes

2 – Konya: 2 milyon û 644 hezar û 753 kes

3 – Stenbol: 2 milyon û 596 hezar û 830 kes

4 – Amed: 2 milyon û 363 hezar û 540 kes

5 – Enqere: 2 milyon û 43 hezar û 873 kes

6 – Samsun:  Milyonek û 998 hezar û 603 kes

7 – Îzmîr: Milyonek û 970 hezar û 772 kes

8 – Sêwaz: Milyonek û 969 hezar û 864 kes

9 – Erzerom: Milyonek û 930 hezar û 767 kes

10- Hatay: Milyonek û 844 hezar û 659 kes

 

Rudaw

Top