• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Antalyayê meleyek ji ber destdirêjiya ser du zarokan hat girtin

Gulan Media August 30, 2022 Civakî
Li Antalyayê meleyek ji ber destdirêjiya ser du zarokan hat girtin

 Li parêzgeha Antalya ya Tirkiyê meleyekî ku ji aliyê miftîtiyê ve hatibû erkdarkirin ji ber destdirêjiya du zarokên keç ên 7 û 8 salî hat girtin.

Li gor agahiyan li navçeya Kumluca ser bi parêzgeha Antalyayê meleyek bi tohmeta destdirêjiya du zarokên keç hatibû desteserkirin û piştre hatibû berdan lê li ser nerazîbûna dozgeriyê bi biryara dadgehê hat girtin.

Li gor zanyariyan Miftîtiya Kumlucayê ji bo li kursa Qûranê zarokan perwerde bike meleyek erkdar kir.

Piştî demekê 2ê Tebaxê du zarokên keç ên 7 û 8 salî ji malbata xwe re gotine ku mele destdirêjiya wan kiriye. Li ser van îdîayan malbatên zarokan li Dozgeriya Komarê gilî tomar kirine û heman rojê mele hatiye desteserkirin. Lê ji aliyê dadgehê ve bi armanca li derve bê darizandin hatiye berdan.

Li ser nerazîbûna dozgeriyê mele careke din hatiye desteserkirin û ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin û bo Girtîgeha Tipa T ya Elmaliyê hatiye şandin.

Miftiyê Kumluca Suleyman Çoban ragihand ku dema buyer hatiye zanîn mele ji kar hatiye dûrxistin.

 

Rudaw

Top