Hêmin Hewramî: Ji bo em nekevine valatiya yasayî divê dema parlamentoyê bê dirêj kirin
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê pêwîst dibîne ku ji bo Herêma Kurdistanê wekî Iraqê nekeve binpêkirinan û nekeve valatiya yasayî, divê dema temenê Parlamentoya Kurdistanê bê dirêj kirin.
Îro 28.08.2022yê Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî di civîneke çapemeniyê de derbarê helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ragehand, ji bo ku wek Iraqê em nekevin valatiya yasayî û destûrî, divê dema Parlamentoya Kurdistanê bê dirêj kirin.
Herwaha diyar kir ew dirêj kirine, ‘’Ji bo nûjen kirina yasaya helbijartinê û rêkeftina li ser çalak kirina komîsyonê bê kirinê ye.’’
Herwaha amaje bi wê yekê jî kir, daxwaz ji fraksiyonan kirine, nêrînên xwe vê derbarê de amade bikin û aliyên siyasî jî rêk bikevin û got: ‘’Bendewarî tê kirin di meha Îlon a pêş me de rêkeftin derbarê helbijartinê de bê kirin.’’
Hêmin Hewramî aşkera kir, roja 01.09.2022yê Parlamentoya Kurdistanê dê bicive û xwandina yekem û duyem ji bo hejmarek projeyasayan dê bike, ku ya herî giring jî projeyasaya encûmena şûra û wezareta perwerdê ne.
Basnews
